Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Jiber Şerê Navxweyî 40,000,000 Kes ji Warên Xwe Bar Kirine


Di Roja Koçberan ya Navneteweyî ya 18’ê Berfanbarê de, Daîreya Koçberan ya Amerîka bang li cîhanê kir dev ji nêrînên neyênî yên dijî koçberan berdin û rê li ber wan vekin ku tevî civakê bibin.

NY’ê dema di 18’ê Berfanbara 2000’î de ragihand ku ew roja Roja Koçberan ya Navnetweyî ye bi qasî 150,000,000 koçber hebûn, lê di sala 2018’an de ew hejmar heta 258,000,000 bilind bûye.

Li gor daneyên NY’ê jiber şerên navxweyî bi qasî 40,000,000 kes ji warên xwe bar kirine.

Serokê Rêxistina Navneteweyî ya Koçberî (IOM) Antonio Vitorino da zanîn ku gelek kes naxwazin ji warên xwe derkevin, lê şert wan didin zorê ku ji cîhên xwe herin.

Raporên IOM’ê dîyar dikin ku di sala 2018’an de li seranserê cîhanê, 3400 koçber û penaberan jîyana xwe ji dest dane.

Piranîya koçberan gava hewil dane ku bi rêka derya derbazî Ewrupa bin fetisîne. Hin ji wan jî li çolan û di daristanên ku baranên wan zêde ne de jîyana xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG