Komîsera Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Michelle Bachelet bang li karbidestên Sudanê kir li wir kiryarên bi tundûtûjî nekin.
Bachelet da zanîn ku Sudan di peyvajoyeke krîtîk de û dîyar kir ku li wê herêmê alozî heye.
Nûnera NY’ê got ku divê kesên di protestoyên aştîyane de hatine desteser kirin û girtin werin berdan.
Piştî protestoyên berfireh yên li Sudanê, Serokê Sudanê Omer El Beşîr do Pêncşemê ji alîyê Artêşa Sudanê ve ji desthilatê hatibû gêr kirinû hatibû girtin.
El Beşîr ji 1989’an li desthilata Sudanê bû.