Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY'ê Ser Sûrîyê Demûdest Kom Dibe


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY), ser têkçûna agirbesta li Sûrîyê roja Çarşemê demûdest dicive.

Ser daxwaza Fransa û Brîtanya, dê rûniştina CENY’ê girtî be.

Dîplomatê Brîtanya yê NY’ê Stephen Hickey ji ser sosyal medya da zanîn ku biryara 2401’an ya CENY’ê bi ser neketîye û ewê li ser wê kom bibin.

CENY’ê di 24’ê Sibatê de bo şandina alîkarîya û derxistina birîndar û nexweşên li Sûrîyê bo 30 roj agirbest ragihandibû.

Lê jiber dorpêça rejîma Sûrîyê ya bi ser Gutaya Rojhilat de konvoya pêşî ya alîkarîyê di 5’ê Adarê de ketibû wê herêmê û jiber êrîşên esmanî belavkirina alîkarîyê sekinîbû.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dide zanîn ku ji 18’ê Sibatê vir ve li Gutaya Rojhilat 800 sîvîl hatine kuştin û ji van 177 zarok in.

XS
SM
MD
LG