Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY bo Sûrîyê Banga Alîkarîyê Dike


Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûrîyê banga alîkarîyê kir.

Berpirsê Alîkarîya Mirovî yê NY’ê Mark Lowcock dîyar kir ku ger bo Sûrîyê demûdest alîkarî nebe, dê xizmetên saxlemî, peydakirina av û dermanan de krîz çêbin.

NY di konferansa alîkarîyê de, ku dê li Brukselê li dar dikeve, bo Sûrîyê 3,3 mîlyon dolar dixwaze.

Herwiha bo dewletên wek Tirkîye, Urdun û Lubnanê, ku koçberên Sûrîyê çûne wir, 5,5 mîlyon dolar tê xwestin.

Konferansa Brukselê roja Pêncşemê destpê dike û li ber e ku ji 55 dewletan 80 nûner delegasyon beşdarê bibin.

Şerê navxweyî yê Sûrîyê di sala nehan de ye û 12 mîlyon Sûrîyê hewcedarê alîkarîyan in.

XS
SM
MD
LG