Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY'ê Ser Şerê Sûrîyê Hat Rexne Kirin


Li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), şerê navweyî ya li Sûrîyê hat nîqaş kirin.

Cîgirê Kordînatorê Alîkarîya Demûdest ya NY Ursula Mueller, Civata Ewlekarî jiber girjîya li Sûrîyê rexne kir.

‘’Ew civat bo rê li ber êrîşên dijî dibistan û nexweşxaneyan bigire, çima gavekî berçav navêje? Bombe bi ser sivîlan de dikevin, tiştekî were gotin û kirin tune ma?’’ Mueller got.

Mueller da zanîn ku Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Mueller heta niha ser Sûrîyê 61 rapor dane Civata Ewlekarî û civat li ser nekirina tiştekî rexne kir.

Wê bi bîr xist ku li Îdlibê di 17’ê Gulanê de agirbesteke demkî hatiye ragihandin û da zanîn ku di vê mehê de pirtirê 160 sivîl di pevçûnan de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG