Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY'ê Ser Sûrîyê Kom Bû


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ser rewşa dawî ya Sûrîyê kom bû.

Nûnerê Taybet yê NY’ê bo Sûrîyê Geir O. Pedersen konseya bi 15 endam ser rewşa dawî ya Sûrîyê agahdar kir.

Pedersen dîyar kir ku Komîteya Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê dê di 30’ê Cotmehê de li Cenevrê kom bibe û da zanîn ku ew bo Sûrîyan hêvîyeke nû ye.

Wî da zanîn ku hikûmeta Sûrîyê û komên rikeberîyê ew cara pêşî ye ser gaveke sîyasî li hev dikin.

Nûnerê NY’ê got ku wan komîte bi pejirandina yekîtîya axa Sûrîyê û serxwebûna wê çêkiriye.

Di Komîteya Qanûna Bingehîn de 50 ji sazîyên sivîl, 50 ji komên rikeberîyê û 50 jî ji hikûmetê, 150 kes hene.

XS
SM
MD
LG