Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Koçberîya ji Bakurê Sûrîyê Didome


Iraq Syria

Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kir ku tevî ku li bakurê Sûrîyê agirbest hatiye ragihandin jî sîvîl ji wê heremê derdikevin.

Li gor daneyên NY'ê di du hefteyên dawî de pirtirê 12,000 kes warên xwe terikandin.

Berdevikê Komîserîya Bilind ya Penaberan ya NY'ê Andrej Mahecic îro Sêşemê li Cenevrê da zanîn ku pirtirê 12,000 Sûrî, ku di nav wan de jin û zarok jî hene, jiber metirsiyêm ser ewlekarîyê ji warên xwe çûne Îraqê.

Mahecic got ku piranîya wan koçberan li kampa li Duhuk ya Herêma Kurdistana Îraqê bi cîh bûne.

Operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê di 9'ê Cotmehê de destpê kiribû.

NY'ê dabû zanîn ku jiber operasyona Tirkîyê pirtirê 180,000 kes neçar mabûn ku koç bikin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG