Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Li Sûrîyê Pirtir ji 306,000 Sîvîl Hatine Kuştin


Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Sêşemê ragihand ku li Sûrîyê ji 2011'an vir ve di pevçûnan de 306,887 sîvîl hatine kuştin.

Rêvebira Mafên Mirovan ya NY'ê Michelle Bachelet da zanîn ku ew hejmar heta niha bo pevçûnên li Sûrîyê hejmara herî bilind e.

Bachelet da zanîn ku ew hejmar bi awayekî cidî mezinîya şerê li Sûrîyê nîşan dide.

Di rapora NY'ê de, sîvîlên jiber kêmbûna xwarinê, xizmetên saxlemîyê û ava gemarî ne, lê rastexwe yên di operasyonên şer de hatine kuştin, cîh girtin.

XS
SM
MD
LG