Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta NY Dibêje Serildayên Sûrî Hember Şêx Maqsud Tawanên Ceng Kirine


Aleppo Civilians
Aleppo Civilians

Neteweyên Yekbûyî di raporteke nû ya derheqa Sûrîyê de ragihand ku komên cekdar yên serhilda êrîşên bi mebest li ser sîvîlên Kurd li Helebê kirine û bi dehan kes kuştine û birîndar kirine.

“Xencî êrîşên bi roketan yên ser taxên sîvîlan, êrîşên dûravêjan (sekvan) yên bi tivingên pêşketî li rojhilata Helebê bûne sedema jimareke kuştinan,” raporta NY got.

Vekolêrên NY bal dîyar kir ku her çiqas di dema amadekirina raportê de êrîşên ser taxa Şêx Maqsud hindiktir bûne jî, komên serhilda yên Sûrî bi zanabûn êrîşî deverên sîvîlan kirine û gelek kes kuştine, gelekên din jî birîndar kirine.

NY di raporta xwe de bal dikşîne ku ew kiryarên serhildayên Sûrî tawanên ceng yên dijî mirovahî ne.

Rapor herwiha dide zanîn ku hem hikûmeta Sûrî, hem jî serhildayên Sûrî zêdegavîyên cidî yên qanûnên mafên mirovan û qanûnên mirovahî yên navnetewî binpê kirine ku ew ji giheştine asta tawanên cengî.

Hun dikarin tevahîya raportê bi vê lînkê bixwînin: https://documents-dds-ny.un.org/doc/UNDOC/GEN/G17/026/63/PDF/G1702663.pdf?OpenElement

XS
SM
MD
LG