Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dijî 8 Alîgirên El-Qayde û DAIŞ'ê Toleyan Radigihîne


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî
Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî, li dîjî 8 kes û sazîyên bazirganî yên ku peywendîyên wan bi DAIŞ û El-Qaydê re hene tole ragihand.

Bernivîsa ku Amerîka anî pêş civatê, bi piştgirîya 15 dewlet hat pejirandin.

Di biryarê de, kes û sazîyên ku li Îraq, Sûrîye, Asya Başûrê Rojhilat, Qafqasya piştgirîya aborî û mirovî didin DAIŞ û El-Qaydê hatin eşkere kirin.

Kes û sazîyên ku civatê li dijî wan tole hatine ragihandin:

Muhammad Bahrum Naim Anggih Tamtomo, Hanifa Money Exchange Office, Selselat al-Thabab, Jaysh Khalid lbn al Waleed, Malik Ruslanovich Barkhanoev, Murad Irakfievich Margoshvili, Ornaa Rochman, Jund al Aqsa

Neteweyên Yekbûyî (NY) bi biryarê bang li endamên xwe kir ku li dijî terorê hevkarîyeke xurttir bikin.

XS
SM
MD
LG