Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY bo Hilbijartinan Bang li Tirkîyê Dike ku Rewşa Awarte bi Dawî Bike


Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeid Raad el-Huseyîn bang li Tirkîyê kir ku bo hilbijartineke adil bi awayekî demûdest Rewşa Awarte (OHAL) rake.

Zeîd Raad El-Huseyîn bi daxuyanîyeke nivîs da zanîn ku li Tirkîyê dijî nêrînên rikeberîyê cezayên mezin tên dayîn, jiber wê jî lidarxistina hilbijartineke adil zor e.

El Huseyîn bi bîr xist ku Tirkîyê Rewşa Awarte 7 caran dirêj kiriye xalên 19, 21, 22, 25 yên Peymana Mafên Mirovan yên Navneteweyî binpê kiriye.

Karbidestê NY’ê da zanîn ku hikûmeta Tirk bi dirêjkirina dema Rewşa Awarte qada rikeberîyê bi awayekî berfireh teng kiriye.

XS
SM
MD
LG