Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sazîyên NY Ser Dagirkirina Ukraynayê ji Hêla Rûsya vê Dicivin


Dîmeneke ji civîneke giştî ya Neteweyên Yekbûyî
Dîmeneke ji civîneke giştî ya Neteweyên Yekbûyî

Du sazîyên sereke yên Neteweyên Yekbûyî (NY) - Civata Giştî ya bi 193 endama û Konseya Ewlekarîyê ya bihêztir ya bi 15 endaman – wê îro Duşemê ser êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê, civînên cuda dar bixin.

Konseya Ewlekarîyê roja Yekşemê biryara bo civîna awarte ya Civata Giştî, piştî deh salan cara yekê, erê kir.

Ev civîn ewê derfetê bide tevahîya endamên NY ku îro çar roj piştî dagirkirina Ukraynayê ji hêla Rûsya vê, di derbarê vê krîza girîng de, nîqaşan bikin.

Herwiha, endamên NY di dawîya hefteyê de wê ser biryarnameke deng bidin.

"Rûsya jiber kiryarên xwe yên nayê qebûl kirin û bo binpêkirinên wê yên peymana NY, hesab bide," balyoza Amerîkî Linda Thomas-Greenfield bo vê biryarê got.

XS
SM
MD
LG