Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres ji Dewletên Dewlemend Dixwaze ku Wergirtina Deynan Paş Bixin


Guterres û Serokê WHO Ghebreyesus
Guterres û Serokê WHO Ghebreyesus

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang li dewletên dewlemend kir ku wergirtina deynên xwe paş bixin.

Guterres dîyar kir ku divê ne tenê deynên welatên xizan, yên welatên ku pêş dikevin jî werin paş xistin.

“Jibo ku welatên Afrîqî bikaribin têkoşîna vîrusa korona bikin û aborîya xwe ser pêyan bihêlin, pirtir ji 200 mîlyar dolar hewce ye. Ger li wê parzemînê tedbîr neyên sitandin, ewê pirtir ji 300,000 kes bi vîrusa korona bimirin,” Guterres got.

Tê pêşbînî kirin ku li Afrîqa bi qasî 27 mîlyon kes bi hejarîyeke tund re rû bi rû bimînin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku vîrusa korona li Afrîqa heta niha derbazî 18,765 kesan bûye.

XS
SM
MD
LG