Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Birçîbûna li Yemenê Banga Agirbesta Demûdest Dike


Neteweyên Yekbûyî (NY) ser birçîbûna li Yemenê, ku sê sal in li wir şerê navxweyî didome, ragihand ku dibe ku rewş hîn girantir bibe.

NY’ê da zanîn ku dibe ku hejmara kesên birçî ne bigêhîje 14,000,000 kes û bi bîr xist ku ew hejmar nêzî nîvê gelheya Yemenê ye.

Kordînatorê Alîkarîya Demûdest yê NY’ê Mark Lowcock li Civata Ewlekarî ya NY’ê ya li New Yorkê dîyar kir ku rewşa li Yemenê ‘’şokeke mezin’’ çêdike.

Lowcock da zanîn ku kapasîteya NY’ê têra alîkarîya 8,000,000 kes dike û got ku bo alîkarî bidomin divê li Yemenê demûdest agirbest were ragihandin.

Li gor daneyên NY’ê di şerê navxweyî yê Yemenê heta niha pirtirê 28,000 kes hatine kuştin û ji van bi qasî 10,000 kes sivîl în û di êrîşên bombeyî de jîyana xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG