Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Tundûtûjîya Dijî Sîvîlên Yemenê Nayê Qebûl Kirin


Ofîsa Kordînasyona Alîkarîya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) dîyar kir ku li Yemenê tundûtûjîya dijî sîvîlan pir giran bûye û ew êdî nayê qebûl kirin.

Koalîsyona bi pêşengîya Erebistan Saudî roja Duşemê êrîşa esmanî biribû ser Hace û di êrîşê de 6 ji wan zarok, 12 kes hatibûn kuştin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dide zanîn ku di şerê Yemenê de heta niha 320,000 kes hatine kuştin.

Rêvebira OCHA Lise Grande dîyar kir ku Yemenî di Cejna Qurbanê de şînan datînin û got ku ew xemgînîyeke mezin çêdike.

Serhildayên Husî û hêzên hikûmeta Yemenê ji 2014’an vir ve şer dikin.

Koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî ji Adara 2015’an vir ve piştgirîyê dide Yemenê.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG