Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY bo Yemenê Banga Alîkarîyê Dike


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di sê rojên dawî de li du bajarên Yemenê 13 kes hatine kuştin û 70 kesên din jî birîndar bûne.

Karbidestên NY’ê didin zanîn ku dîyar dikin ku ger bo Yemenê alîkarîya mirovî çênebê ewê tundûtûjîya li wir gurtir bibe.

Berpirs dîyar dikin ku gelek sazîyên alîkarîyê jiber kêşeyên aborî dê di rojên pêş de bernameya xwe bi dawî bikin.

Kordînatora Alîkarîya Mirovî ya NY’ê bo Yemenê Lise Grende dîyar kir ku rewşa Yemenê ‘’pir xerab’’ e û sîvîl nikarin xizmetên saxlemîyê jî bistînin.

Lise bang li bîragiştî ya navneteweyî kir ku berpirsîyên xwe bi cîh bînin û alîkarîyê bo Yemenê bikin.

XS
SM
MD
LG