Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestê NY'ê Dide Zanîn ku Girjîya li Yemenê Kêm Dibe


SC am
SC am

Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê bo Yemenê Martin Griffiths dîyar kir ku êrîşên esmanî yên kaolîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî yên dijî Husîyên girêdayî Îranê, di du hefteyên dawî de, 80 ji sedê kêm bûne.

Koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî piştî Husîyan Sana ya paytext bi dest xistibû, di sala 2015’an de dest bi êrîşan kiribû û heta niha bi hezaran êrîş li dar xistibûn.

Jiber ku di êrîşan de bi hezaran sîvîl jî hatin kuştin bîragiştî ya navneteweyî bertekên tund nîşan dabûn.

Karbidestên Erebistana Saudî û yên Husî ji Îlonê vir ve hevdîtinên nefermî dimeşînin.

Griffiths dîyar kir ku li Yemenê hin tişt diguherin û amaje kir ku hin demên ku bi qasî 48 demjimêran êrîşên esmanî li dar neketine çêbûne û got ku tiştekî wisa ji 2014’an vir ve cara yekê ye diqewime.

Wî bal kişand ku girjîya li Yemenê daketiye û da zanîn ku dibe ku bo agirbesta li seranserê wî welatî gav werin avêtin.

Li gor hin sazîyên serbixwe di şerê navxweyî yê Yemenê de pirtirê 100,000 kes hatin kuştin û bi mîlyonan kes jî li sînorê birçîbûnê dijîn.

XS
SM
MD
LG