Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kulîlk Hesko: Vîrusa Korona Jîyana li New Yorkê Guherand


Wîlayeta New York li Amerîka rastî ziyanek mizin bûye ji ber vîrusa Korona, ku roj bi roj rêjeya nexweşan û qurbaniyên vê vîrusê zêde dibin li himberî wê hikûmet û niştecihên wê xebatak bê hempa dikin ji bo parastinê.

Dengê Amerîka xwest ku ji nêzîk ve karîgeriya vê vîrusê li ser jiyana xelkên New York nas bike û çawa rojên xwe derbas dikin, hevpeyvînek bi Kulîlk Hesko re kir, ku ew xanimek ji kurdên Efrînê ye, ji 10 salan ve tevî 2 kur û hevjînê xwe li New Yorê dijîn.

Xanim Kulîlk anî ziman, ku ziyanek mezin li rewşa xelkê bûye ji ber vîrusa korona, û bi taybetî rewşa abûrî ya xelkên wê.

Her wiha jî wê got ku piraniya malbatan li malê xwe tiştên nû diafirînin ji xwarin, lîstokên zarokan, û hin tiştên din da ku dema xwe derbas bikin û karibin jiyanê bi hev re derbas bikin.

Di dawiyê de wê got ku :"Niha em qîmeta azadiya xwe nas dikin, dema ku bi serbestî çûn hatinê dikin, lê niha em di malan de asê mane, bê çar bûne..min bêriya wê azadiyê kiriye."

Hevpeyvîna Kulîlk Hesko-4-9-2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:01 0:00


XS
SM
MD
LG