Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fexrî Şeker: Em Dixwazin New Yorkê Bikin Navendeke Çanda Kurdî


Deng û Reng- Fexrî Şeker
Deng û Reng- Fexrî Şeker

Li bajarê New York 6'mîn festîvala fîlm û çanda kurdî lidar ket, ku ji 14 Cotmehê ta 16 wê berdewam kir.

Ev festîvala ku di sala 2017an destpê kiribû, ji alîyê Navenda Çanda Kurdî li New Yorkê ve tê lidarxistin. Di festîvalê de xencî nîşandana fîlmên Kurdî, çalakîyên çand û hunera Kurdî li bajarê New Yorkê jî bi rê ve diçin.

"Îsal festîval cuda ye jiber bûyerên li Îranê û Kurdanê çêbûne, me xwest em wê di bin navê Jîna Emînî de bi rê ve bibin," Fexrî Şeker, endamê rêvebirîya vê festîvalê got.

Festîval li Historic Angeliko Theater bû, ku cihekî dîrokî û naskirî yê li New Yorkê ye.

21 fîlm beşdarî vê festîvalê bûn, ku fîlmê Cîran yê Mano Xelkê , fîlmê destpêkê bû û herwiha jî bo cara yekê fîlmê Kobanê li sînema tê nîşandan.

Di festîvalê de, xwarin, cil û bergên Kurdî , muzîk û imzakirina pirtûkan jî hebû.

Deng û Reng-Fexrî Şeker-Mon-10-17-2022-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:01 0:00
XS
SM
MD
LG