New York Times’ê ragihand ku Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dijî Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) serketineke mezin bi dest xistiye.
Li gor analîza New York Times’ê, Îmamoglu derb li kempeyna berfireh ya Erdogan û hikûmeta wî xistiye û bajarê mezin yê Tirkîyê û navenda aborîyê di destê xwe de girtiye.
Analîz dîyar dike ku Îmamoglu performanseke xurt nîşan daye û serketina wê ya sêyan ya dijî AKP ya Erdogan rêberîya wî ya di nav muxalefetê de xurttir kiriye.
Di analîzê de tê gotin ku jimareke mezin ya hemwelatîyên Tirkîyê, Îmamoglu wek serokê welêt yê siberojê dibînin.
Agahîyên Ajansa Anadolu ya dewletê raber dikin ku muxalefet desthilata xwe ya li bajarên mezin yên mîna Stenbol, Enqere, Îzmîr û Antalya didomîne û li bajarên din yên wek Bursa û hin bajarên din kontrol bi dest xwe xistiye.
Îmamoglu li pêş avahîya şaredarîyê re ji alîgirên xwe re got ku Stenbolê peyama xwe daye û ewê rûpeleke nû vekin.
Erdogan jî li Enqere ya paytext jibo alîgirên xwe axifî.
‘’Sindoq hatin girtin, milet gotina xwe ya dawî got. Emê ser sedemên paşketinê vekolînê bikin.’’
Wî têkçûn rasterast qebûl nekir, lê got ku partîya wî performanseke baş nîşan nedaye.
Serketina Îmamoglu dikare muxalefeta dijî Erdogan jinûve geş bike û dikare bajarvanê Stenbolê di hilbijartinên seroktîyê de bike hevrikê Erdogan.
Hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê di vê demê de li dar ketin ku gelek hemwelatîyên Tirkîyê jiber bihabûnan xwe feqîrtir hîs dikirin.
Di hilbijartinên Gulana 2023’yan de Erdogan careke din hatibû hilbijartin û koalîsyona muxalefetê têk biribû.
Wê demê tevî ku Erdogan jiber enflasyona pirtir ji 80 ji sedê û mudaxeleya dereng ya li erdhejên Sibatê 2023’yan, ku pirtir ji 53,00 kes kuştibûn, dihat rexne kirin jî bi ser ket.
Têkçûna muxalefetê moral xirab kir û koalîsyon belav bû. Lê, hilbijêrên muxalîf dibêjin Îmamoglu kane dijî Erdogan bi ser keve û wî wek serokê siberojê dibînin.
Karîyera sîyasî ya Erdogan sala 1994’an gava li Stenbolê jibo bajarvanîyê bi ser ket geş bû ku 25 salan AKP û pêşengên wê kontrola wî bajarî di destê xwe de girtin.
Serketina Îmamoglu ya sala 2019’an li partîyeke Erdogan derbeke mezin bû.
Partîya Erdogan îdia kir ku di hilbijartinan sextekarî çêbûye û Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) biryar da ku hilbijartinên Stenbolê werin dubare kirin, lê Îmamoglu di wê hilbijartinê de jî bi ser ket.
Erdogan xwest bajêr jinûve bi dest xwe xe û Murat Kurum yê di kabîneyê wî de ser bajarvanîyê wezîr bû kir berbijar.
Murat Kurum hişyarî da ku wê li Stenbolê erdhejeke mezin çêbe û dîyar kir ku ewê jibo berevanîya hemwelatîyan xizmetên berfireh bike.
Serokê Tirkîyê Erdogan hefteya borî di mîtîngekê de dîyar kiribû ku Îmamoglu jibo here meqamên mezintir Stenbolê bi kar tîne.
Îmamoglu jî gotibû ku ne tenê Erdogan, wezîrên welêt jî têne Stenbolê û hewil didin bajarê gel ji gel bistînin.