Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Rojnameya New York Times Sansur Dike


Navenda Giştî ya New York Times li bajarê New York
Navenda Giştî ya New York Times li bajarê New York
Hikûmeta Çînî malpera rojnameya The New York Times îro Înîyê lez û bez sansur kir, piştî ku rojnameya Amerîkî raporteke li ser malbata Serokwezîr Wen Jiabao weşand.

The New York Times di raporta xwe de dinivîse ku malbata Wen Jiabao bûye xwedîyê serveteke mezin û dora 2.7 mîlyar dolar mal û mulkên wê malbatê hene.

Raporta rojnameyê, wekî gef li ser kesitîya birêz Wen tê dîtin ku ji alîyê gelek kesan wekî rêberekî dilsoz û reformxwaz tê qebûl kirin.

Çend demjimêr piştî ku raport hate weşandin, malperên Çînî û Îngîlîzî yên rojnameyê li seranser Çînê hatine blok kirin.

Hemî mesajên Twitter’ê ku li ser vê mijarê bû jî bûn armanca sansura hikûmetê û ew peyam hemî jî hatine jê birin û hikûmetê dest dana ser hemî hesabên The New York Times yên medyaya civakî.

Berdevkê Wezareta Derve yê Çînê Hong Lei raporta rojnameya Amerîkî şermezar kir. Wî got, ew nivîs bi mebestên veşartî hatiye nivîsîn û armarmanca raportê reşkirina navê Çînê ye.

Berdevka rojnameya The New York Times Eileen Murphy bi daxuyanîyekê got, ew pir nerazî ne ku malpera wan hatiye blok kirin.

Xanim Murphy got, rojname wan dê ti car dest ji pîvanên xwe yên rojnemevanî bernede.
XS
SM
MD
LG