Rojnameya New York Times roja Înêyê ragihand ku Nivîsgeha Vekolînê ya Federal (FBI) di lêpirsîna ser êrîşa dijî avahîya Kongrêsa Amerîka ya ji hêla komek alîgirên serokê berê Donald Trump ve, jibo kuştina polîsekî Kongrêsê, kesekî gumanbar destnîşan kiriye.
Times, ji zarê du karbidestên ewlehîyê ku lêpirsînê dimeşînin dîyar kir ku wan di dîmenên vîdyoyên êrîşê de, kesekî gumanbar tespît kirine.
Di dîmenan de xûya dike ku ew kes bi spreyeke gazî tevî Brian Sicknick, polîsê ku hate kuştin êrîşê gelek polîsan dike.
Sicknick, 42, yek ji polîsên ku di roja êrîşa dijî Kongresê ya bi armanca asteng kirina hilbijartina seroktîya Joe Biden bû ku dixebitî.
The New York Times, dîyar kir ku ajanên FBI li ser kuştina polîs Sicknick lêpirsîneke taybet vekirine ku piştre guman kirine ku Sicknick jiber bêhn negirtinê mirîye ku gazeke kîmyewî bûye sedem.
Li gor yek ji karbidestên ku agahdarî daye NY Times, delîlên vîdyoyê nîşan dide ku êrişkarê gumanbar yê Sicknick jixwe berê bo êrişa hemberî polîsan ya bi gazên kîmyewî gotûbêj kiriye.
Polîsê Kongresa Amerîka (Capitol Hill) roja Înêyê bi daxuyanîyeke dazanîn ku pisporên bijişkî hîn li ser sedem an awayê mirina Sicknick biryar nedane, jiber ku rapora otopsîya wî li benda encamên testên jehrîniyê ye.
Di serîrakirina kujer de zêdeyî 100 karmend birîndar bûn, û pênc kes ji hatin kuştin.