Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta New Zealand Hamasê Dixe Lîsta Terorê


Christopher Lukson
Christopher Lukson

New Zealandê îro Pêncşemê Hamas xist lîsta terorê û dijî Îsraîlîyên cîwarkirî yên tundrê ku li Kenara Rojava êrîşan dibin ser Filîstînîyên qedexeya rewîtîyê ragihand.

Serokwezîrê New Zealandê Christopher Lukson êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê bi tundî şermezar kirin û wek kiryarên hovane bi nav kirin.

Lukson bal kişand ku wan jiber kiryarên Hamasê ew xistiye lîsta terorê û dîyar kir ku ew dixwazin bi awayekî zelal nîşan bidin ku ew kom ne nûnera Filîstînîyên li Gaza û li seranserê cîhanê ye.

New Zealand baskê leşkerî yê Hamasê ji 2010’an vir ve wek komeke terorê dibîne.

Wezîrê Derve yê New Zealandê Winston Peters dîyar kir tevahîya Hamasê berpira êrîşên 7’ê Cotmehê ye û got ku jibo hikûmeta wan dijwar e ku ew baskên sîyasî û leşkerî yên wê komê ji hev cihê bibînin.

Îsraîl dide zanîn ku di êrîşên 7’ê Cotmehê de 1200 kes hatine kuştin.

Wezareta Saxlemî ya Gaza, ku Hamas bi rêve dibe, radigihîne ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 30,000 Filîstînîyan canên xwe ji dest dane.

Bi biryara New Zealandê danûstandinên aborî yên bi Hamasê re tawan in û hemî hebûnên wê komê yên li welêt têne cemidandin.

Lukson dîyar kir ku di demên dawî de hin cîwarkirîyên Îsraîlî êrîşên bi tundûtûjî li dar dixin ku ew jî fikarên cidî çêdikin û zararê didin îstiqrarê.

New Zealand dibêje ku warên Îsraîlê yên li axên dagirkirî yên Filîstînîyan binpêkirina hiqûqa navnetewî ye.

Hikûmeta New Zealandê jibo herêmê piştgirî dide çareserîya bi du dewletan û banga aştîya demûdest dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG