Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamantarê HDP'ê Omer Ocalan Operasyona Tirkîyê ya Ser Sûrîyê Dinirxîne


Artêşa Tirkîyê û komên çekdar yên girêdayî wê, dijî bakurê Surîyê operesyoneke leşkerî daye destpê kirin.

Ji bilî Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), hemû partîyên koma wan di meclîsa Tirkîyê de hene piştgirî dide vê operasyonê.

Parlamanterê HDP’ê yê Ruhayê Omer Ocalan dîyar dike ku niha li Tirkîyê rewşa awarte heye û jiber vê yekê ew nikarin biçin ser sînor.

“Li çar navçeyên Ruhayê, Serêkanîyê, Pirsûs, Birecik û Kanîya Xezalan carna şer derbazî vî alî jî dibe. Gelek birîndar çêdibin. Hertim em dibêjin feyda şer ji tu kesê rê tuneye, ji dewletê re jî tuneye. Mixabin bandore şer li ser sivîl, bajar û navçeyan jî dibe. Heta niha tu êrîş çênebibûn. Em nizanin kijan kî van êrîşan dike. Şereke giran tê meşandin û her tişt tevlîhev bûye.”

MEB_11_10_2019_OperasyonOmer_Ocalan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:57 0:00


XS
SM
MD
LG