Serok Barack Obama şeva Sêşembî çû Afganistanê, di serdanekê de ku pêşwext nehatibû ragihandin.
Li Afganistanê, Serok Obama gotarek pêşkeşî gelê Amerîkî kir û behsa stratejîya bi dawî anîna erkê Amerîkayê li Afganistanê kir.
Serok Obama got ku armanca me li Afganistanê ji nav birina El Qayde ye.
Serok herwiha piştgîrîya xwe bo Afganistanê û proseya aştbûna niştîmanî li wî welatî ragihand.