Roja Çarşembiyê, Serokê Amerîka Barack Obama, di nav konferansek rojnamevanî de behsê aboriya Amerîka kir û bersîva pirsyarên rojnamevanan da.
Rêzdar Obama got xelkê Amerîka, bi taybetî qata xwedî jiyanek navincî, hêş li ber karîgeriya daketina aborî li gel zehmetiyan ber bi rû in.
Rêzdar obama got rêveberiya wî hemi hewlên xwe dide bo baştir kirina rewşa aborî û dazanîn ku ew yek bi şev û rojekê çareser nabe. Wî, herwiha, got Kongirêsa Amerîka jî dikare bo çêkirina derfetên zêdetirên kar kirinê hink pêngavan rake.
Ji layek din ve rêzdar Obama di bersîve pirsyaran de bal kişand ser çend pirsên cîhanî jî.
Sebaret Libya got, em dixazîn peyamek yêk deng bidin, Moemmer Qezafî ku dest ji kar berde û rêkê bide xelkê welatî bi azadî û bê tirs bijîn.
Hevkar Kawe Kurmanc kortiyek gotinên Serok Obama amade kiriye dikarin bi kilîk kirina li ser fayla dengî guhdarî bikin.