Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Stratejîya Dijî DAÎŞ Eşkere Dike


Serok Obama li Qesra Spî
Serok Obama li Qesra Spî

Serokê Amerîka Barack Obama îşev li Qesra Spî gotareke berfireh li ser stratejîya Amerîka ya dijî Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) pêşkêş kir.

Serok Obama di axaftina xwe de got stratejîya ku niha eşkere dike bi hewleke hevbeş pêkan e.

“Piştî danûstamdinên wan ligel hikûmeta nû ya Îraqê, hevalbendên me yên seranser cîhanê û rêberên Kongresê ez dikarim ragihînim ku Amerîka dê dijî ev gefa terorîstî, pêşengîya koalîsyoneke berfireh bike.

Serok di axaftina xwe de misoger kir ku ew dizanin çi ji vê stratejîyê çi hêvî bikin.

“Armancên me zelal in. Bi stratejîyeke dijterorê ya berfireh, piralî û berdewam emê zîyanên mezin bidin DAÎŞ û di dawîyê de jî wê komê tune bikin.”

Serok bal kişand ku wek Fermandarê Giştî erkê wî yê serekî parastina gelê Amerîkî ye.

“Di nav salên borî de me bi berdwamî şerê wan terorîstan kir ku gefan li welatê me dikirin. Me Osama bin Ladîn û pitanîya rêberên El Qayde yên li Afganistan û Pakistan kuştin. Bi xebata hêja ya leşkerîya me, Amerîka niha cîhekî ewletir e.”

XS
SM
MD
LG