Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama: Divê Amerîkî Rêberên ku Nefretê Gur Dikin Red Bikin


Serokê berê yê Amerîka Barack Obama bang li Amerîkîyan kir ku rêberên nijadperestîyê normal dibînin û nefretê gur dikin red bikin.

Obama dîyar kir ku divê ew kesên Amerîka bi tenê ya hin kesan dihesibînin, nepejirînin.

‘’Di sîyaset û jîyana me de cîhê tiştên wisa tune. Êdî wext hatiye ku Amerîkîyên ji hemî ol, nijand û partîyan sîyasî, ku ew piranîya nêtrind in, vê yekê bi zimanekî eşkere bi lêv bikin’’ Obama got.

Wî di rexneya xwe de ti nav neda, lê payabilindên Demokrat piştî êrîşên li Ohio û Teksasê Serokê Amerîka Donald Trump bi mezinkirina nijadperestîyê tawanbar kiribûn.

Trump roja Duşemê kesên berevanîya nijadperestîyê dikin û sipîyan mezintir dibînin şermezar kiribû.

Di du êrîşên çekdarî yên li Teksas û Ohio de 31 kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG