Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Her Du Obama Bîranînên Xwe bi 60 Mîlyon Dolar Difiroşin


Barack û Michelle Obama.
Barack û Michelle Obama.

AFP'ê ragihand ku Barack û Michelle Obama bi dehan mîlyon dolar, mafê çapkirina bîranînên xwe dane Weşanxaneya Penguinê ku navenda wê li New York'ê ye.

Serokê Afrîqayî yê yekê yê Amerîka Barack Obama, berê jî yek jibo zarokan dudu bîranîn, sê kitêb nivîsîne. Wî gelek caran gotibû ku ruhekî wî yê nivîskarîyê heye, lê dîyar kiribû ku ew naxwaze dewra xwe ya li Qesra Sipî bi hemî hûrgiliyên wê binivîsîne.

Bîranînên Michelle Obama jî ku ew bi eslê xwe nevîyê xulaman e û bûye xanima yekê ya Amerîka, kitêbeke ku xwendevan bi meraq li bendê ne ye.

Rojnameya Financial Times, eşkere kir ku li gor peymana çapkirinê, Weşanxaneya Penguin dê jibo du kitêbên bîranînê 60 mîlyon dolar bide malbata Obama.

Hêjayî bîrxistinê ye, di sala 2004'an de jibo kitêba bîranînên Bill Clinton 15 mîlyon dolar, di 2010'an de jibo ya George W. Bush jî 10 mîlyon dolar hatibû dayîn.

XS
SM
MD
LG