Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama û Serokên Ewrupa Dê li Almanya Bicivin


Roja Duşemê, hefteya tê, serokê Amerîka Barack Obama dê ligel serok dewlet û hikûmetên hin welatên Ewrupa di hilcivîna Hanover de hevdîtinan pêk bîne.

Obama dê li bajarê Hanver bi serokê Fransa Francois Hollande, serokwezîra Almanya Angela Merkel, serok wezîrên Britanî David Cameron û serokwezîrê Îtalya Matteo Renzi re, civînan pêk bîne.

Tevî ku heta niha rojeva zelal ya civîna Hanover nehatîye eşkere kirin jî, tê texmîn kirin ku pirsa DAIŞê, şerên li Sûrîyê, Lîbya û alozîyên Ukrayna, herwiha pirsgirêka penaberan dê bên gotûbêj kirin.

Di daxuyanîya Koşka Spî de hatîye ku dê mijara alozîyên li welatên başûr û rojhilatA Ewrupa û hevkarîya hevbeş ya bazirganî û weberhênanê di rêya NATOyê re bên behs kirin.

XS
SM
MD
LG