Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Em li Dijî Gefa DAIŞê Xwedîyê Yek Helwest In


Serokê Amerîka Barack Obama di hilcivîna aborî ya G-20 de li Tirkîyê axaftinek kir û cîhekî girîng da êrîşên terorîstî yên Parîsê.

Obama got, hemî rêberên ku tev li hilcivînê bûne, hember kiryarên hovane yên DAIŞ'ê xwedî helwesteke hevbeş in.

"Li vê derê, em peyameke zelal didin ku li hember gefa DAIŞ'ê yek helwest in jiber ku DAIŞ îblîs e. Armanca me, wekî min gelek caran got, tunekirina vê rêxistina barbarî ye.”

Serok Obama piştgirî li sîyaseta xwe ya destekdayîna hêzên xwecîhî yên li Îraq û Sûrîyê kir ku dijî DAIŞ'ê şer dikin.

Wî careke din dîyar kir ku wê Amerîka hezên bejeyî neşîne Rojhilata Navîn ku şerî DAIŞ'ê bikin.

Serok da zanîn ku ewê bi berdewamî wergirtina penaberên Sûrî bidomînin, lê wî bal kişand ku prosesa bijartin û biryardayîna ser penaberan wê bi baldarî were kirin.

XS
SM
MD
LG