Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Îro jibo Hillary Clinton Derdikeve Qadên Hilbijartinê


Serokê Amerîka Barack Obama li şûna berbijara seroktîyê Hillary Clinton ku çend roj in nexweş e, îro Sêşemê kempeyna hilbijartinê bike û derdikeve pêş hilbijêran.

Obama wê di civîneke girseyî de li bajarê Philadelphia bipeyîve û dû re jî tev li bernameyeke taybet ya berhevkirina diravan jibo Partîya Demokrat bide.

Clinton derengîya Duşemê ji CNN’ê re got ku ew çaverê ye ku hefteya were careke din kempeyna xwe bidomîne. “Min texmîn nedikir ku nexweşîya min wê bibe pirsgirêke mezin," ji CNN’ê re got.

Hêjayî gotinê ye ku Clinton û hevrikê wî yê Komarî Donald Trump eşkere kir ku ewê di demeke nêzîk de tomarên xwe yên saxlemîyê bi bîragiştî re parve bikin.

XS
SM
MD
LG