Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama û Hollande Piştî Êrîşên Parîsê li Qesra Spî Dicivin


Kêmtir ji du hefte piştî êrşên kujêr li Parîsê, Serokê Amerîka Barack Obama li Qesra Spî pêşwazîya Serokê Fransî Francois Hollande dike.

Li ber e her du alî li ser şerê dijî terorîzmê gotûbêjan bikin û Amerîka ji bi awayekî xurt piştgirî bide hewlên hevalbenda xwe ya herî kevin, Fransa ku di xemgînîyeke kûr de ye.

Serokê Fransî Hollande do jî ligel Serokwezîrê Britanî David Cameron civibî û soza alîkarîyê ji wî biribû ku Brîtanya êrîşên esmanî li dijî mîlîtanên DAIŞê li Sûrîyê pêk bîne.

XS
SM
MD
LG