Lînkên eksesibilîtî

Trump jibo Êrîşa li Îdlibê Obama Tawanbar Kir


Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump, êrîşa li Îdlibê şermezar kir û got ku ew êrîşên wisa encama qelsbûna rêvebirîya Barack Obama ne.

Trump bi daxuyanîyeke nivîskî got ku nabe ku cîhana medenî, wek ku hay ji êrîşa kîmyayî ya li Îdlibê tune ye tevbigere.

‘’Ew kiryarên xerab yên rejîma Beşar Esad, encama qelsî û bêîradebûna rêvebirîya berê ne. Serok Obama li dijî bikaranîna çekên kîmyayî ‘xêza sor’ ragihandibû û paşê tiştek nekir.’’ Obama got.

Trump, da zanîn ku ew bi hevalbendên Amerîka yên li seranserê cîhanê, vê êrîşa ku ‘’nayê qebûl kirin’’ şermezar dikin.

Wezîrên Karên Derve yê Amerîka Rex Tillerson jî daxuyanîyeke nivîskî weşand.

Tillerson di daxuyanîya xwe de Îran û Rûsya rexne kir û da zanîn ku berpirsîya exlaqî ya her du dewletan heye. Wî bang li her du dewletan kir ku hikmê xwe yê ser rejîma Sûrîyê bi kar bînin.

Tillerson dîyar kir ku Amerîka, bi awayekî tund êrîşa kîmyayî rexne dike û got ku di mehekê de ew cara sêyan e ku îdiayên bikaranîna çêkên kîmyayî têne gotin.

XS
SM
MD
LG