Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama di Xwarina Fitarê de ligel Amerîkîyên Misilman Kom Bû


Serokê Amerîka Barack Obama di xwarina fitarê de do Duşemê li Qesra Spî bi nûnerên civaka Misilman kom bû.

Serok Obama got, Amerîkî di bin bingeha azadîyê de bi hevre girêdayî ne û mafê herkes heye ku bawerîya xwe bi azadî cîh bîne.

Obama, qirkirina dêra Amerîkîyên Afrîqî li Charleston, South Carolina jî nav de, çend bûyerên kujêr yên vê dawîyê şermezar kir.

"Dema nirxên min bin êrîşê de dimînin, em wek netew tên ba hev. Wek Amerîkî em pêgîr in ku divê kesek jiber nasname, nîjad û ola xwe nebin armcanc. Em dijî kiryarên kîndarî û nefretbar yekgirtî ne.”

Obama di vexwendina taybet de, pesna jimareke bizavkarên Amerîkîyên Misilman da ku xizmetên girîng ji civakê re kirin.

Hêjayî gotinê ye, di xwarina fitarê de nûnerên balyozxaneyan, qanûndanêran û nûnerên Amerîkîyên Misilman jî hebûn.

XS
SM
MD
LG