Serokê Amerîka Barack Obama li ber e îro Çarşemê hîn hurgilîyan li ser plana operasyoneke leşkerî ya dijî DAÎŞ bibihîse.
Serok Obama wê ligel General Lloyd Austin, Serokê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî bicive û hewlên berdewam yên avakirina koalîsyoneke navnetewî li djî DAÎŞ gotûbêj bike.
Serok hefteya borî stratejîya dîyar kiribû ku armanca wê jî qelkirin û tunekirina DAÎŞ e ku deverên fireh li Îraq û Sûrîyê xistibû bin kontrola xwe.
Wezîrê Berevanî Chuck Hagel jî di kombûnê de amade dibe, rojekê piştî ku wî ligel rêberên Kongresê kom bibû.