Lînkên eksesibilîtî

Obama Dîyar Kir ku Piştgirîyê Dide Emmanuel Macron


Baraka Obama li konferanseke li Parîsê, 2015

Serokê Amerîka yê berê Barack Obama, bi vîdeoyekê ragihand ku di hilbijartina serokomarîya Fransa de, piştgirîyê dide berbijêrê siyaseta navendî Emmanuel Macron.

Obama dîyar kir ku Macron ne tirs, lê hêvîyên însanan pirtir dike.

‘’Hilbijartina Fransa jibo siberoja wî welatî û nirxên mirovahîyê pir girîng e ku emê jî ji nêz ve bişopînin’’ Obama di vîdeoya ku koma kempeyna Macron belav kir de got.

Serokê berê da zanîn ku ew jibo pêşketinê pişt Macron digire û axaftina xwe bi navê partîya Macron, ku En Marche (Bimeşin!) ye, û ‘’Vive la France’’ temam kir.

Li gor anketan, di hilbijartina ku dê roja Yekşemê li dar keve de, Macron ji berbijêrê Enîya Neteweperest, Marine Le Pen zêdetir deng distîne.

XS
SM
MD
LG