Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Banga Nermkirina Girjîya Navbera Rûsya û Tirkîyê Dike


Serokê Amerîka Barack Obama îro Duşemê banga nermtirkirina girjîya navbera Rûsya û Tirkîyê kir ku jiber lêxistina firoka Rûsî derketiye pêş.

Karbidestekî Qesra Spî ragihand ku Serok Obama, di hevdîtineke pêş derîyên girtî de daxwaz ji her du alîyan kiriye ku dawî li şerê gotinan bînin.

Tirkîye dibêje firokên wê yên F-16 firoka Rûsî anîbû xwarê, piştî ku ew firok ketibû qada wê ya esmanî û 10 hişyarîyên firokên wê piştguh kirin.

Rûsya bi tundî îdiayên Tirkîyê red dike û dibêje, dema li firoka wan hat xistin, Su-24 1 km ji tixubê Tirkîyê dûr bû û ewê firokê ti car gef li ser ewlehîya Tirkîyê nedikir.

XS
SM
MD
LG