Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Eyda Qurbanê ya Cîhana Îslamê Pîroz Dike


Serok Barack Oabama bi helkeftina Eyda Qurbanê peyamek weşand û cejna Misilmanên li Amerîka û li seranser cîhanê bimbarek kir.

“Di vê rojê de ku Mislilmanên seranser cîhanê û li Amerîka vê roja pîroz dikin, ez û Michelle jî bi daxwaza herî germ eyda hemî Misilmana pîroz û bimbarek dikin,” Obama got.

Serok Obama got ku ew eyd li ser qurban, zekat û wekhevî ye û bi hezaran Misilmanên cîhanê tiştên xwe yên bi nirx li pey xwe dihêlin û bi kincên spî yên sade, gîş li pêş Xudê wek hev, diçin Mekke û Medînê.

Obama got, ew yek nîşan dide ku mirovek ji mirovekî din ne hêjatir e û Amerîka jî li ser wê bingeha “e pluribus unum” “yek: ji pêkhatina gelekan”ava bûye.

Serok Oabama bi bîr xist ku ew eyd, herwiha jibo kesên hewcedar, dema dayîna xwarin, stargeh û alîkarîya saxlemîyê ye.

“Amerîkîyên Misilman her dem ligel tev li xizmetên civakên din bûne ku alîkarîya wan kesên birçî li Amerîka û li cîhanê bikin. Niha jî, di vê demê de ku krîza penaberan heye, sazîyên Amerîkîyên Misilman di rêzên pêşîn de alîkarîya wan kesana dikin.”

Serok Obama di dawîya peyama xwe de got ku ew bi hêvî ye ku duayên hemê bawermendan qebûl bibin.

XS
SM
MD
LG