Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama li Serdana Fransa, Çîn û Hîndistanê Ye


Serokê berê yê Amerîka Barack Obama
Serokê berê yê Amerîka Barack Obama

Serokê berê yê Amerîka Barack Obama, ji Şangayê dest bi gera xwe ya Çîn, Hîndistan, Fransa kir. Obama, li Şangayê di hilcivîneke bazirganîyê de axifî.

Obama îro Çarşemê dê derbazî Pekînê bibe. Ofîsa Obama ragihand ku serokê berê yê Amerîka dê beşdarî hilcivîneke perwerdehîyê bibe û dûre jî bi Serokomarê Çînê Xi Jinping re bicive.

Obama dê sibê Pêncşemê jî here Hîndistanê. Di bernameya Obama de, li Delhîya Nû axaftineke li Hilcivîna Rêberîya Medya heye û dê paşê jî bi Serokwezîrê Hîndistanê Narendra Modi re kom bibe.

Obama dê roja Înê jî li Hîndistanê beşdarî çalakîyeke Weqfa Obama ya li Hindistanê bibe û ji 280 rêberên ciwan re axaftinekê bike.

Serokê berê yê Amerîka dê roja În û Şemîyê jî li Fransa be beşdarî Hilcivîna Las Napoleons bibe.

Obama piştî dewrkirina seroktîyê cara yekê bi rêberên welatên cîhanê re dicive.

XS
SM
MD
LG