Lînkên eksesibilîtî

Rêvebirîya Trump Budceya Danasînê ya Obamacare Kêmtir Dike


Rêvebirîya Trump ragihand ku ewê budceya reklamê ya Obamacare heta 90 ji sedê kêmtir bike, lê rexnegirên wê biryarê hişyarî didin ku ew yek dikare zararên mezin bide qanûna bîma saxlamî.

Li gor ragihandina rêvebirî, budceya giştî ya reklamdayîn û danasînê ku do 2017an de 100 mîlyon e, wê di 2018an de bibe 10 mîlyon dolar.

Dîsa, budceya kompanîyên ku di bijartina sîgortayên guncaw de alîkarîya kiriyaran dikin jî tê kêm kirin û li şûna 62.5 mîlyon dolarîn vê salê, di 2018an de budce dibe36 mîlyon dolar.

Berdevka Wezareta Xîzmetên Saxlemî û Mirovan, Caitlin Oakley berevanî li wê biryarê kir û got ku “pîvana wan bandorbûna diravan e."

“Ne girîng e çiqas dirav tê xerc kirin. Sîstema saxlemîya ku ji feyde pirtir zîyanê tine, bi başî naxabite. Rêvebirîya Trump bi biryar e ku xîzmeta gel bike, ne tiştekî xirab li ser wan mecbûr bike.”

Rexnegirên biryara dawî jî dibêjin ku armanca wê gavê ev e ku rê li ber beşdarbûna kesên nû bigire û bihêle ku system hilwêşe.

Pisporê tendirustî Larry Levitt got ku jibo serketîbûna Obamacare, divê hewlên giheştina kesên nû berdewam bin. Kêmkirina budceya wê nîşan dide ku armanc nehêlana beşdarbûnên nû ye.”

XS
SM
MD
LG