Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lopez Obrador û Harris Dê Ser Vaksînan Biaxifin


Serokê Meksîko Andres Manuel Lopez Obrador dê îro Duşemê bi Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris re ser vaksîna vîrusa korona biaxife.

Lopez Obrador di axaftinekê de dîyar kir ku ew dê bi Harris re bi rêka telefonê ser hevkarîyê bipeyîve, lê wî zêdetir agahî neda.

Serok Joe Biden, Harris di serê salê de bo karên dîplomatîk yên bi Meksîko û hin welatên din yên Amerîkaya Navîn erkdar kiribû.

Harris bi karbidestên wan welatan re ser pêşdeçûna aborî û koçên herêmî danûstandinan dike.

Lopez Obrador da zanîn ku Amerîka dê bo vaksînan alîkarîya wan bike.

Wî bi bîr xist ku Amerîka berê ji wan re 3,5 mîlyon doz vaksîn şandine, bo wê alîkarîyê spasîya Washingtonê kir û dîyar kir ku ew li bendê ne ku 1,35 mîlyon doz vaksînên din ji wan re werin.

Serokê çepgir, pesna peywendîyên Meksîko û Amerîka kir û da zanîn ku di navbera wan de peywendîyeke rêzdar heye

XS
SM
MD
LG