Berdevka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partîyê ser rojeva sîyasî ya dawî preskonferansek li dar xist.
Di preskonferansê de, Dogan derbarê banga Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî ya jibo Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan, hevdîtina parlamanterê DEM Partî Omer Ocalan bi rêberê PKK’ê re û êrîşa li TUSAŞ ya Kahramankazan ya Enqerê axifî.
Dogan got ku ew wê êrîşê, ku di encamê de 5 kes hatibûn kuştin, şermezar dikin û dîyar kir ku ew jiber êrîşê xembar in.
‘’Di van rojan de ku civaka Tirkîyê ser çareserîyê diaxife û gumana dîyalogê heye êrîşeke wisa watedar e.’’
Wê got ku êrîşên Tirkîyê yên li Sûrîye û Îraqê yên piştî êrîşa li Enqerê bi tenê bûyerên tundûtûjîyê zêdetir dikin û got ku ew bang li hemî alîyan dikin ku li gor rêkên aştî û dîyalogê tevbigerin.
Dogan dîyar kir ku muxatabê aştîyê Ocalan e û got ku divê êdî dawî li tecrîda ser wî were.
Berdevka DEM Partî got ku Ocalan dibêje ku ew jibo sekinandina pevçûnan hazir e û dîyar kir ku ew jî niha ji dewletê dipirsin ka ew jibo peyvajoyeke nû hazir e yan ne.
Wê dîyar kir ku ew wek DEM Partî hazir in ku jibo aştîyê û dîyalogê berpirsîyan bigirin ser xwe.
Parlamanterê DEM Partî Omer Ocalan îro Pêncşemê ragihan ku ew do Çarşemê bi Abdullah Ocalan re axifîye.
Ocalan bi bîr xist ku berî hevdîtina wî ya do herî dawî di 3’yê Adara 2020’an de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin çêbûye.
Wî dîyar kir ku Ocalan gotiye ku tecrît didome û dîyar kiriye ku ger şert çêbin ew dikare peyvajoyê ji pevçûn û tundûtûjîyê bibe ser zemîna hiqûqî û sîyasî.
Serokê MHP’ê Bahçelî pêr Sêşemê di komcivîna partîya xwe de gotibû ku ew bang li Ocalan dike ku di komcivîna DEM Partî de dawî li terorê bîne û banga pûçkirina PKK’ê bike.
Gotinên Bahçelî di rojeva Tirkîyê de deng dan ku pisporên sîyasetê dibêjin bi danûstandinan qonaxeke nû ya aştîyê destpê dike.
Jêder: Gazete Duvar, Ajansa Mezopotamya, NTV