Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd Salvegera Girtina Rêberê Xwe de bi Polîsan re Ketin Pevçûnan


Xwepêşandan li 15 salîya girtina Ocalan
Xwepêşandan li 15 salîya girtina Ocalan
Bi hezaran Kurd, di salvegera 15ê ya girtina rêberê serhilda yê Kurd Abdullah Ocalan de, li seranser bajarên başûrê rojhilata Tirkîyê derketin kolanan.

Xwenîşandêrên Kurd bi polîsan re ketin nav pevçûnan, dema wan banga azadkirina Ocalan dikir.

Ocalan ku rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, ji alîyê Tirkên nîjadperest ve, wek berpirsê kuştina bi deh hezaran kesan ya bav şerê 30 salan ya bi artêşa Tirk, tê dîtin.

Lê, jibo piranîya Kurdên Tirkîyê, ku tê texmîn kirin hejmara 15 mîlyon e, rêberê 64 salî wek sembola tekoşîna jibo mafên firehtir yên kulturî û sîyasî tê dîtin.

Xwepêşandêran û polîsan li nav kuçe û kolanên Dîyarbekirê, ku bajarê herî mezin yê Kurdan e, şerî hev kir.

Firoşgehên herêmê, wek nîşaneya protestoyê, kepenkên xwe nizim kirin û bi hezaran kes jî bi fotoyên rêberl zindankirî herikîn kolanan.

“PKK gel e û gel jî li vir e” xwenîşandêran qerîyan.

Li Cizîrê ya ser tixubê Îraqê jî, xwenîşandêran êrîşî vesayîtên zirxîn yên polsaîn kir ku bidijî wan gaza îsotê bikar tîna.

Herwiha, li bajarên wek Batman û Şirnêxê jî xwepêşandên protestoyî hebûn.
XS
SM
MD
LG