Rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Abdullah Ocalan got ku ew jibo çareserkirina pirsa Kurdî amade ye.
Parêzêrên Ocalan îro Pêncşemê ji zarê wî ragihand ku ew dikare şerê navbera dewleta Tirk û mîlîtanên Kurd bisekinînîne.
“Ez hewil didin ku qadekê ji Kurdan re vekim. Werin em pirsa Kurdî çareser bikin. Ez dikarim di nav heftekê de dawî li vî şerî bînim. Ez bi xwe bawer im, lê divê dewleta Tirk jî bepirsîya xwe bi cîh bîne,” Ocalan di daxuyanîyê de got.
Ocalan ji sala 1999’an vir ve li zindana girava Îmrali cezayê zindana bi dirêjîya jînê diqedîne, lê bandora wî li ser şervanên PKK’ê her maye.