Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

50 Sîyasetvanên Kurd jibo Abdullah Ocalan Dest bi Çalakîya Birçîbûnê kirin.


Sîyasetvanên HDP û DBP’ê jibo Ocalan dest bi çalakîya birçîbûnê kirin.

Di nav wan de pênc parlamenterên HDP, Selma Irmak, Berdan Ozturk, Ferhat Encu, Nadir Yildirim, Dilek Ocalan û Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya di çalakîyê de cî digrin.

Hevseroka Partîya Herêmên Demokrat (DBP) Sebahat Tuncel daxuyanîya çalakîyê xwend û ragihand ku heta agahîyek saxlem ji rêberê PKKê Abdullah Ocalan nêye standin, ew dest ji çalakîyê bernadin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî daxuyanîya bi Kurdî xwend û bibîr xist ku şeva 15'ê Tirmehê ku hewla derbaya çêbû, li gor agahîyan li Girava Îmrali jî pevçûn çêbûye û derbarê jîyana birêz Ocalan de metirsîyeke mezin heye."

Guven di axaftina xwe de cîh da hîn îdiayan ku 8 leşkerên Tirk ku revîne Yunanistanê êrîşkarên Îmrali ne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku çalakîya birçîbûnê li hola konferansê ya Vedat Aydin ya DBP’ê didome. Çaverê ye ku di rojên pêş de başdarên çalakîyê zêdetir bin.

KHF_9_5_2016_Ocalan_Grev
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00

XS
SM
MD
LG