Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Hişyarî Dide ku Tunebûna Şewitê li Gazayê Giheştiye Asteke Xeter


Ofîsa alîkarîya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku hewcedarîya şewitê li Gaza giheştîyeke asteke pir metirsîdar.

Kordînatorê OCHA Andrea De Domenico got ku ewê îro pêve nikaribin barên qamyonên alîkarîyên ku ji derîyê Refahê re ji Misrê derbaz dibin, vala bikin jiber ku şewita meşînên ku xwarin, av û dermanan tuneye.

De Domenico dîyar kir ku bi giheştina hêzên Îsraîlî li navenda Gaza ya berî pênc rojan, karê wan dijwartir bûye.

Berpirsê NY di konfêranseke rojnamevanî ya ji rojhilata Orşelîmê de got ku di dawîya hefteyê de şerên dijwar li derdora nexweşxaneya El Şîfa, tankên avê, îstasyonên oksîjenê jî di nav de, zararên mezin dane binesazîya girîng ya nexweşxanê.

De Domenico da zanîn ku li bakurê Gaza bi tenê nexweşxaneyek dikare nexweşan derman bike.

Hin pevçûnên li bakurê Gaza, li dora wan nexweşxaneyan diqewimine ku zarokên nû çêdibin, karmendên saxlemîyê û nexweş bê elektrîk û bê kelûpelên pêdivî dimînin.

Jêderên xwecîhî bal dikşînin ku rewşa başûrê Gaza jî ne ewle ye. Îsraîl dibêje ku ew êrîşên esmanî dibe ser navendên wan çekdaran ku jin û zarokan dikujin.

Nifûsa Gaza berî gurbûna şer 2,3 mîlyon bû ku ji şer vir ve ji sê paran du parên wê warên xwe terikandin.

(AFP)

XS
SM
MD
LG