Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje 52 Hezar Kes li Gaza Derbider Bûne


Li Gaza dîmenek malbateke Filistînî piştî bomberankirina xanîyê wan ji hêla Îsraîlê ve.
Li Gaza dîmenek malbateke Filistînî piştî bomberankirina xanîyê wan ji hêla Îsraîlê ve.

Sazîya Alîkarîya Mirovahî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) îro Sêşemê ragihand ku jiber êrîşên esmanî yên Îsraîlê u nêzê 450 avahîyên li herema Gaza wêran kirin yan zararên mezin dan, koçber bûne.

Jens Laerke, berdevkê OCHA yê li Cenevre, ji rojnamevanan re got ku nêzî 47.000 ji mirovên koçber li 58 dibistanên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li Gaza dimînin.

Laerke destnîşan kir ku 132 avahî bi tevahî hatine wêran kirin û 316 jî zararên mezin dîtine, di nav de 6 nexweşxane û 9 navendên lênerîna saxlemîya bingeh û her wiha kargehek bê xwêkirinê, ku ava vexwarinê ya bo nêzî 250.000 kesan bandor dike.

OCHA pêşwazîya li Îsraîlê kir ku jibo pêdîvîyên mirovî yek derîyek ser sînor vekiriye lê, bang kir da ku derîyeke din jî were vekirin.

Laerke da zanîn ku NY û hevkarên wê, di demên rewşa ewlehiyê rê dide, xwarin û alîkarîya din ji malbatên koçber re peyda dikin.

Ji alîyê din Rexistina Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty), di derbarê êrîşên esmanî yên dijî avahîyên rûniştvanî yên li Gaza banga lêpirsînekê kir.

Amnesty bal kişand ku êrîşên esmanî yên Îsraîlê yên dijî avahîyên rûniştvanî dibe ku tawanên şer, pêk anîbe.

Îsraîl dibêje ku ew tenê êrîşê cîhên leşkerî yên rewa dike û ew bo ku zarar li sivîlan çênebe, her tiştî dike.

"Hêzên Îsraîlî, bi pêkanîna êrîşên esmanî yên ku avahîyên rûniştvanî dikin armanc bo jiyana sivîlên Fîlîstînî nerêzdarîyeke sosret nîşan dan. Hin rewşan de ev êrîşana dibin sedema kuştina tevahîya endamên malbatan - zarok jî di nav de - û dibe sedema têkçûyîna milkê sivîl, ku di êrîşan de dibe tawanên şer yan jî tawanên dijî mirovahî pêk hatibin, " Amnesty got.

Îsraîl dibêje ku ew tenê êrîşê heremên ji hêla mîlîtanan ve têne karanîn ku wek armancên leşkerî dihesibînin, dike û berîya destpêka êrîşan hişyarîyên pêşîn dide ku avahî werin vala kirin da ku zararên sivîl çênebe.

Amnesty hefteya borî bang li her du alîyan kir ku qanûna mirovahî binpê nekin.

Lê, îro got ku wê 4 êrişên kujer yên ji hêla Îsraîlê ve li ser xaniyên sivîlan bêyî hişyarîyek pêşîn belge kirine û bang li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî kir ku lêpirsînê bike.




.
















XS
SM
MD
LG