Rêberê opozîsyona Kenyayî Raila Odinga berbijarîya xwe ya hilbijartina seroktî de paşve kişand.
Odinga di preskonferansekê de got ku jibo berjewendîya gelê Kenya û yê herêmê tevahî, wî biryara vekişîna berbijarîya xwe daye.
Dadgeha Bilind ya Kenyayî encamên hilbijartina 8’ê Tebaxê ku hevrikê wî Uhuru Kenyatta qezenc kiribû, bi sedemên nerêkûpekîyan hilweşandibû.