Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandana Hewlêrê Bû Tundûtûjî


Xwepêşandana roja Sêşemê li Hewlêrê.

Li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistana Îraqê, xwepêşandanek hate kirin li dijî bêrêzkirina Îslamê di babetekê de ku li kovareka herêmê hatibû belavkirin.

Lê belê xwepêşandana ku li pêş avahîya parlemanê hate kirin bû tundûtûjî û hate ragihandin ku heşt polîs û xwepêşanderek birîndar bûn.

Herwiha piştî xwepêşandanê zîyan gihişte çend avahîyan, ji wan ofîsên kenala ragihandinê, yane, dikana mey û hotel.

Fayla dengî ya rexê rastê vê rûpelê kilîk bike (raporta peyamnêr Omer Ferhadî li Hewlêrê).

XS
SM
MD
LG